13 tûsbûyên îro yên Covid-19 li Silêmanî û Hewlêrê ne…

10 nîsan 2020 20:33
13 tûsbûyên îro yên Covid-19 li Silêmanî û Hewlêrê ne…

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên tûşbûyên vîrusa koronayê belav kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê de hat ragihandin ku di heyama 24 demjimêran de pişkinîn li ser 1,239 kesan hatiye kirin û 13 pêketiyên din ên koronayê hatine tomarkirin ku 9 kes li Hewlêrê û 4 kes jî li Silêmaniyê ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ew 9 pêketiyên koronayê yên li Hewlêrê, 5 jin, 3 zilam û zarokekî 9 salî ye; 4 kesên li Silêmaniyê jî 3 zilam û jinek e ku rûniştvanên navçeya Çemçalê ne.

Li Herêma Kurdistanê heta îro 10ê Nîsanê 324 kes bi vîrusa koronayê ketine,134 kes baş bûne û 3 kesan jî wefat kiriye.

Wezareta Tendirustîyê car din daxwaz ji hemwelatiyan kir, pabendî rênimayiyan û qedexeya hatinûçûnê bin û ji malên xwe dernekevin.

Li seranserê cîhanê hejmara tûşbûyên Covid-19 li gorî amarên dawî gihîşt 1,647,635 kesan û hejmara miriyên wê nexweşiyê jî bûye 100,260 kes. Herwiha 369,116 kes jî ji vîrusa korona baş bûne.