12 roj in êrîsên Îranê yên ser axa Herêma Kurdistanê dewam dikin
PeyamaKurd – Piştî xwepêşandan û protestoyên ku li dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji 16ê Îlonê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribûn û berdewam dikin, hêzên rejîma Îranê jî ev 12 roj in bê navber sînorên Herêma Kurdistanê bi hinceta hebûna partiyên Rojhilat topbaran dike.
Hat ragihandin ku îro 5ê Cotmehê jî Îranê bi top û moşekên katyûşa deverên Sîdekan û bilindahiyên Seqer û Berbizînê topbaran kir.
Li gorî zanyariyan êrîş dijî niştingehên sivîl hatine kirin û xisarên madî çêbûne, lê ti kesekî jiyana xwe ji dest nedaye. Çavkaniyên herêmê didin xuyakirin ku ji ber êrîşên berdewam ên Îranê zêdetirî 500 cotkar û ajalvan neçar mane terka cihên xwe bikin.
Pasdarên Îranê 28ê Îlonê li dijî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi moşekên dûravêj û dronên bombekirî êrîşeke hovane pêk anîbûn ku di wê êrîşê de, herî kêm 15 kesan can dabû û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.
Di serî de Amerîka û Komkara Erebî û gelek welatên din, êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin, lê digel vê jî êrîş di roja 12an de bênaber berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin