12 rêxistinên li Amerîkayê banga zelalkirina siyaseta xwe ya Sûrî li Joe Biden kirin
PeyamaKurd - Encûmena Sûrî-Amerîkî digel11 rêxistinên din ên Sûriyê yên li Amerîkayê, nameyek ji Serokê Amerîka Joe Biden re şandin û banga zelakirina siyaseta Sûriyê kirin.
Rêxistinan di nameyê de, sozên Biden ên di dema kampanya hilbijartinan de yên bidawîanîna şerên bêdawî bibîr xistin û xwestin binpêkirinên rejîma Sûrî li dijî gel, koçkirin, birçîkirin û îşkenceya sivîlan, bi hevkarên xwe Rûsya û Îranê re were bidawîanîn.
Rêxistinan bang li Biden kir ku weke endamên civaka Amerîkî-Sûrî li wan guhdarî bike û tawanên li dijî mirovahiyê, li ser rejîma Sûrî, Rûsya û Îranê nas bike.
Serokê Encûmena Sûrî-Amerîkî Zekî Lebabîdî diyar kiriye ku beriya zelakirina birêveberiya Amerîkayê siyaseta xwe derbarê dosyaya Sûriyê de, divê bê zanîn ku ev siyaset, berî her tiştî bandorê li Sûriyan dike û divê nêrîna wan li ber çavan bê girtin.
Hêjayî gotinê ye beriya niha jî komîteya têkiliyên derve ya Senatoya Amerîkayê bi boneya derbasbûna 10 salan di ser aloziya Sûriyê de, proje-biryareke şermezarkirina binpêkirinên rejîma Sûrî û lêpirsîna Esed pesend kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin