12 hezar malbatên Ereban li Kerkûkê ne!
PeyamaKurd- Serokê Meclîsa Serokatiyê yê Kerkûk-Germiyanê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî got ku 12 hezar malbatên Ereban li Kerkûkê bi cih kirine.
Di derbarê mijarê de Kerkûkî ji çapemeniyê re axivî got ku ji 16ê Cotmeha 2017an heta niha ji Başûr û navîna Iraqê 12 hezar malbatên Ereban anîne û li Kerkûkê bi cih kirine.
Kerkûkî wiha dewam kir: “Hukûmeta Iraqê siyaseta Erebkirina Kerkûkê didomîne. Em vê yekê qebûl nakin û ji bo ku em vî bajarê ji destên hêzên Iraqî û Heşdî Şebiyê derxin, çi ji destên me were em ê bikin.”
Kemal Kerkûkî îro wekî Serokê Meclîsa Serokatiyê yê Kerkûk-Germiyanê dest bi wezîfeya xwe kir. Heta niha Kerkûkî Berpirsê Pêşmergeyên Eniya Rojavayê Kerkûkê bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin