11 hezar û 454 kes seredana Xerabresê (Göbeklitepe) kirin
PeyamaKurd – Li Kurdistanê gelek ciyên dîrokî hene ku di asta dinyayê de kevin û xwedî berhemên qedirbiha ne. Yek ji wan ciyan jî Xerabreşke (Göbeklitepe) ku dikeve nêzî bajarê Rihayê. Berhemên li Xerabreşkê dîroka wan diçe 12 hezar sal berya zayîna Hz. Îsa.
Her sal bi sed hezarî kes diçe seredana Xerabreşkê (Göbeklitepe). Ji ber nêzî Xerabreşk ‘Girê Miraza’ heye, carna bi haman navî jî tê binavkirin. Xerabreşka niha bi berhemên xwe ve girêdayê wezareta rewşenbiriyê ya Tirkiyê ye, wezaret di ser hesabê xwe yê medya civakî de li ser seredana wê derê got:
“ Îro, 11 hezar û 454 kes seredana ciyê dîrokî Xerabreşk (Göbeklitepe) a li Rihayê kirine ku heya niha jimara rojane ya herî zêde ye. Sipasiya we dikim û em her wext bende ne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin