100 hemwelatiyên li Hindîstanê asê mabûn vegeriyan Kurdistanê

03 nîsan 2020 14:04
100 hemwelatiyên li Hindîstanê asê mabûn vegeriyan Kurdistanê

PeyamaKurd - Fermangeha peyvendiyên derve ragehand, 100 hemwelatiyên herêma Kurdistanê yên ku li Hindîstanê asê mabûn bi selametî gihiştin herêma Kurdistanê.

Li ser erkdarkirina serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 100 hemwelatiyên herêma Kurdistanê yên ku li welatê Hindîstanê asê mabûn, ji herêma Kurdistanê re hatin vegerandin.

Bi daxuyaniyeki fermangeha peyvendiyên derve ya herêma Kurdistanê ve hat ragehandin: “Di çarçoveya hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê de, li ser erkdar kirina birêz serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bo vegerandina wan hemwelatiyên ku li derve asê mabûn, duh 02.04.2020ê bi hewldanekî bihêz ve fermangeha peyvendiyên derve ya hikûmetê û wezareta derve ya Iraq a federal û nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê ve 100 hemwelatiyên herêma Kurdistanê ku li welatê Hînd asê mabûn geheştin herêma Kurdistanê.”

Herwiha hat ragehandin: “Ew hemwelatiyane piraniya wan bo çareseriya nexwaşî û karên bazirganî serdana Hindîstanê kiribûn û îro bi selametî geheştine herêma Kurdistanê û ji aliyê wezareta tenduristiyê ve temamê tevdîrên tenduristiyê yên test û karantînayê bo wan dê bê kirin.”