10. Fuara Pirtûkan a Diyarbekirê îro destpê dike
16 berfanbar 2023 16:12
PeyamaKurd – Fûara Pirtûkan a Diyarbekirê îro saet di 14.00 de bi axaftina mêvanê rûmetê Murathan Mungan destpê dike. Mungan di saet 15.30yan de wê li standa Metîs Kitap bi xwendevanên xwe re were cem hev û pirtûkên xwe îmze bike.
Fûara Pirtûkan a Diyarbekirê ku ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê (DTSO) û Eylül Fuarcılık ve wê îro li Navenda Kongre û Fuarê ya Mezopotamyayê destpê bike û 9 rojan bidome, piştî navbereke 4 salan, fûar sibê deriyên xwe vedike.
Nêzîkî 200 weşanxane û nêzî 300 nivîskar wê beşdarî fûarê bibin. Nêzî 100 hevpeyvîn, panel û danişînên xweseriyê wê li fûarê bên lidarxistin. Fuar wê îro saet di 14.00 de bi axaftina vekirinê ya Murathan Mungan destpê bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Civîna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya "Zîrveya Davosê" îro destpê dike
21 rbn 2025
Magazîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin