Salvegera 100emîn a rojbûna Mandela

19 tîrmeh 2018 00:06
Salvegera 100emîn a rojbûna Mandela

PeyamaKurd - Serokê navdar ê Afrîkayê Nelson Mandelayê ku li cîhanê wek "serokê azadî û muzakereyê" tê nasîn di salvegera 100emîn a rojbûna xwe de tê bibîranîn.

Nalson Mandela li hember rejima Apartheîdê ya ku mirovên çermspî ji reşikan mezintir dibîne heta mirina xwe têkoşîn da û hewl da ku hemû kes di civakê da wekhev bijîn.

Piştî ku di têkoşîna xwe da bi ser ket dijminatiya mirovên çêrmspî nekir û her kes hembêz kir, ev jî bû sedem ku cîhan bibe heyranê wî.

Li Afrîkaya Başûr di sala 1994an de hilbijartina demokratîk a ewil çêbû û Mandela bû yekem serokê dewletê yê reşik.

Mandela bi diayên Misilman, Xrîstyan, Cihû û Hinduyan ve dest bi wezîfeya xwe kir.

Mandela di kabîneya xwe da cih da Frederick Willem de Klerkê serokwezîrê dawîn ê rejima nijadperest û got li welêt êdî kîn, nefret û dijminatî wê nebe, aştî wê serdest be.

Di sala 1993an de Mandela û Klerk ji ber ku aştî anîn Afrîkaya Başûr bi Xelata Aştiyê ya Nobelê va hatin xelatkirin.

Piştî ku 5 salên wezîfeya Mandela temam bûn, ew car din nebû namzed û wezîfeya xwe dewrî rêhevalê xwe Thabo Mbekî kir.

Di sala 2011an de ew nexweş ket û di 5ê Çileya pêşîn a 2013an de mir.

Mandelayê ku li cîhanê wek "serokê azadiyê" tê nasîn di salvegera 100emîn a rojbûna xwe de wê bi sempozyum û çalakiyên din ve bê bibîranîn.