TAYBET - Li dijî şerê heremî, kurd amadene ji bo serdemeke nû
Piştî êrîşên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, herêm ket nav atmosfereke şerî. Li xeta sinorê, hêzen kurdî jî ketin rewşa amadebûna bilind û aktorên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê pêvajoya nû bi baldarî dişopînin.
RûpelNews - Ji Cenevreyê encam derneket, helbijardeya leşkerî hate pêş Amerika û Îsraîlê û di 28ê Sibatê de dest bi êrîşan li dijî Îranê kirin. Ev gav piştî ku danûstandinen diplomatîk yên li Cenevreyê di navbera Washington û Tahranê de bê encam man, hate avêtin.
Rêjîma Îranê pêşniyarên Amerîkayê, kêmkirina derxistina stokên uranyuma xurtkirî ji welat, qebul nekirin. Her wiha, Tahran daxwazen rawestandina çalakiyen xurtkirina uranyumê, girtina tesîsen nukleer û sînordarkirina van bernameyan bi awayekî bêdem, qebul nekir.
Piştî belavbûna maseya diplomasiyê, helbijardeya leşkerî dîsa ket navenda ajendaya stratejîk. Tevgera keştiya balafirhilgir ya Amerîkayê USS Gerald R. Ford, li heremê balê kişand û gihandina hêzen leşkerî bo asteke alarmê ihtîmala operasyonekê zêde kir.
Hevpeymaniya nû ya partiyen Rojhilatê Kurdistanê
Di 22ê Sibatê de di nav partêyên kurdî li Rojhilatê Kurdistanê de, pêşveçuneke siyasî ya girîng qewimî.
Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î), Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê (Xebat), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşana Kurdistanê (Komele) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê ragihandin.
Ev pênc partî, di bin navê “Hevpeymaniya Hêzen Siyasiyi ya Kurdistana Îranê” de yekitiyek nûh ragihandin. Wan di daxuyaniyeke giştî de gotin ku li dijî rêjîma Îranê yek dengî ya siyasî û leşkerî pêşve dibin.
Rayedaren ku bi RûpelNews re axivin, diyar kirin ku ew di rewşa teyakkuzê de ne û pêvajoyê nêzîk dişopînin.
Êrîşên hevdem li Tahranê û bajarên din
Piştî qutbûna pêvajoya Cenevreyê, şer rastî qada erdê hat. Êrîş heta Hewlêr û Kendava Farsê belav bû. Bersiva Îranê ji tenê bi Îsraîl re nehate sînordarkirin.
Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr, her wiha Dubai, Doha, Bahreyn û Kuveyt jî di nav armancan de bûn. Bi vî awayî, krîza diplomatîk ya mehane di herêmê de veguherî şerekî pir-alî û pir-qade.
PDK-Î: Biryar bi hev re têne standin
Endamê Divana Serokatiyê ya PDK-Î, Muhammed Qadirî, ji RûpelNewsê re got ku di pêvajoya nû de partiyen kurdî wê ne bi awayekî ferdî, lê bi iradeyeka kolektîf tevbigerin.
Qadirî diyar kir:
“Her gavekê ku em bihavêjin wê bi awayekî kolektîf biryara wê were standin. Tu partî bi tena serê xwe biryar nade. Îran berpirsiyarê sereke yê tabloya heyî ye. Em ê bi gelê xwe re li dijî rêjîmê rawestin.”
Wî her wiha got ku hêzen peşmerge yên li Herema Kurdistanê li gor şertên jeopolîtîk amadebûnên xwe dikin.
Peşmergeya jin: Hêvîya me rûxandina rêjîmê ye
Ji qadê, yek ji şiroveyên girîng ji aliyê Peşmergeyekê jin a PDK-Î ve hat kirin. Ew ji ber sedemen ewlekariyê navê xwe eşkere nekir.
Wê got ku rewşa heyî tenê ne tengeşeya leşkerî ye, lê dibe xaleke veguherînê ya dîrokî. Li gor wê, ev pêvajo, tenê hesabkirineke navdewletî nîne, lê her wiha xeta şikandinên civakî yên hundirê Îranê jî tevger dike.
Dibêje “Daxwazên gelê kurd vekirî û zelal in,” û diyar dike ku temsîla demokratîk, temînata desturî û statuyê siyasî daxwazen bingehîn in. Wê her wiha got ku mafê diyarkirina çarenivîsê û azadî, di bîra civakî ya kurdan de cihê xurt heye.
Peşmerga jin Îranê wekû “otorîter, kujer û derxistî” binav kir û nîşan da ku bi taybet li heremên kurdan, siyasetên ku bi salane hatine sepandin, travmaya civakî kûrtir kirine.
Wî diyar kir ku zext, suiqast, destdirêjiya cinsî, destgirtin û darvekirin di bîra kolektîf de şopên ku nayên jibîrkirin hiştine. Bi gotina, “Ne bav û kalên me ji vê tekoşinê paşve çûn û ne jî em ê paşve biçin."
Dîroka ku di bin siya kuştinan de
Bêbaweriya di navbera Îran û kurdan de dîroka xwe heye.
Di 1989an de, piştî ku Elî Xameneyî bû rehberê dînî, Abdurrahman Qasimlo li Viyana di suîqastekê de hate kuştin.
Di 1992an de jî Sadiq Şerefkendî û sê siyasetmedaren kurd li Berlînê hatin kuştin. Pêvajoya dadgehê ya ku bi navê “Doza Mykonos” tê zanîn, di asta navneteweyî de nîqaşen mezin derxist.
Ev bûyer heta niha wek xalên herî tûj yên şikestinê di têkiliyen kurd û Îranê de têne dîtin.
Komên muxalif li xeta sinor perwerde dibin
Rojnamenûs Liseron Boudoul di kanala Fransî LCI de ragihand ku li çiyayên li ser sinorên Îran û Îraqê, komên muxalifên Îranî di kampên veşartî de perwerdeya çekdarî distînin.
Li gor agahiyan, jin û mêrên ku ji zexta rêjîmê reviyan, li van kampan amade dibin. Beşa mezin ji wan kurd, beluc û erebên Îranî ne. Gotin hene ku ew bi armanca “Îranekê demokratîk û laîk” demek dirêj xwe amade dikin.
Pêvajoya heremî li ser erdê tê diyarkirin
Di qonaxa yekem de êrîşan bi armancên sereke yên zincîra fermandariyê hatin kirin. Ev hat şirovekirin wek doktrîna “serbirînê” ku armancê wê felckirina mekanîzma biryardanê ya rêjîmê ye.
Di qonaxa duyem de, navenden lojîstîk û rêberên Haşdi Şabi li Iraqê jî hatin armanc kirin. Bi vî awayî, ne tenê erdê Îranê lê her wiha tora wekilên heremî yên Tahranê jî ket nav şerî.
Îran jî bi êrîşen mûşek li cihen ku hêzen Amerîkayê li Kendava Farsê bi cih bûne bersiv da.
