Zelensky: Me pêsveçûna leskerî ya Rûsyayê rawestand!
PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand ku wan di nava mehekê de ku êrîşên artêşa Rûsyayê ji 24ê Sibatê ve dewam dikin, karîne temamê pêşketinên leşkerî yên Rûsyayê rawestînin.
Volodimir Zelensky got: "Di dema meha borî de Rûsyayê êrîşî Ukrayniyan kiriye û cihan jî sizayên tund bi ser Rûsyayê de sepandine û niha sepandina sizayên zêdetir têne gotûbêjkirin.”
Zelensky bi bîr xist: “Ev 30 roj in, heger Rûsya bizanibûya wê wiha bibe, ez bawerim, dê ji encamdana karekî wiha bitirsiya.”
Serokê Ukraynayê diyar kir: “Di nava meha borî de me temamê pêşketinên Rûsyayê rawestandin, cîhan sizayên tund bi ser Rûsyayê de sepandin û niha sepandina sizayên zêdetir gotûbêj dikin.”
Zelensky got: “Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê ji Rûsyayê daxwaz dikin ku demildest tawanên xwe yên şer rawestîne û tekezî li ser piştevanîkirina Ukraynayê kirine, da ku weke endam li Yekîtiya Ewropayê werbigre.”