TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Zelenskiy: Îranê di îtirafa xwe de jî derew kir!

📅 06 mijdar 2022 18:05

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser mikurhatina rêveberiya Îranê ya şandina balafirên bêmirov (drone) bo Rûsyayê daxuyanî da.

Zelenskiy li ser daxuyaniya Îranê ya ku dibêje, wan beriya şerê Ukrayna ew drone û çek dane Rûsyayê diyar kir, “Îtiraf kirin, lê dema îtiraf kirin jî derew kirin.”

Li aliyê din Nûnerê Taybet ê Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de, Robert Malley jî daye xuyakirin ku ew dron di mehên havîna îsal de ango dema şerê Ukraynayê bo Rûsyayê hatine şandin.

Zelenskiy jî derbarê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Îranê de got: “Biryar dan ku dabînkirina dronan bo terora Rûsyayê îtiraf bikin. Lê belê di vê îtirafê de jî derew kirin. Her roj bi kêmî em li 10 dronên Îranê didin û Îran îdia dike ku wan beriya dagirkireyî şandine.”

Herwiha Zelenskiy da zanîn ku rojek berê jî 11 balafirên bêmirov ên Shahed ên Îranê îmha kirine û piştrast bûye ku rahênerên îranî perwerdeya wan didin terorîstên Rûsî.

Zelenskiy daye xuyakirin ku ger Îran di tiştên wiha eşkere de derewên xwe bidomîne, divê cîhan li ser hevkariya terorîstî ya Rûsya û Îranê bixebite.

Parve bike: