Cîhan
Zarokê 11 salî bi qemyonê li keşîşan qelibî: 8 kes mirin
Li Taylandê zarokê 11 salî ji mala xwe bi dizîka qemyon derxist derva û ajot lê di rê de li keşîşan qelibî. Di qezayê de 8 kes jiyana xwe ji dest dan.
RûpelNews - Li herêma Mukdahanê ya li rojhilatê bakurê Taylandê cîh digire qezayeke ecêb rû da. Zarokekî 11 salî ji malbata xwe re xeber neda bi dizîka qemyona malê bir û tena serê xwe dest bi ajotinê kir.
Qemyona ku zarok diajot di rê de li keşîşên Budîst qelibî. Di encama qezayê de 8 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin di nav birîndaran de rewşa 13 kesan giran e.
Zarokê ajotvan hat desteserkirin, der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.