Jiyan
Yek ji pîlotê herî navdar di serê li dijî Rûsyayê de hat kustin
PeyamaKurd – Serokê şaredariya bajarê Boltava Demitry Lunîn diyar kir, yek ji pîlotê herî navdar û baş li cîhanê Oleksandr Oksanchenko, di şerê li dijî Rûsyayê de hat kuştin.
Lunin li ser facebookê daye zanîn, Oleksandr Oksanchenko pîlotekî leşkerî bû û Cîgirê Encûmena Bajarê Mîrhorod bû, di şerê dijî Rûsyayê de hat kuştin.
Herwiha Lunin eşkere kiriye, Oksanchenko yek ji pîlotê herî baş yên Ukraynayê ye û di şer de hatiye kuştin. Pîlotê ku hatiye kuştin di liwaya balefirvaniya tektîkî 831 de xizmet kiriye.
Hêjayî gotinê ye, Oleksandr Oksanchenko bi erkên herî zehmet di pêşangeh û festîvalên balafirvaniya leşkerî de rabûye. Oksanchenko Xelata Stêrka Zêrîn û Qaremanê Ukrayna wergirt ku li Ukraynayê xelata herî pile bilind a leşkerî ye.