TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Xwepêsanderan banga hilwesandina hikûmet û parlementoya Iraqê kir

📅 01 mijdar 2020 23:56

PeyamaKurd -  Li peytexta Iraqê Bexdayê îşev car din xwepêşander daketin qadan û hilweşandina hikûmet û parlamentoya Iraqê xwestin.

Li gorî zanyariyan ji xeynî Bexdayê li parêzgeha Kerbelayê jî hemwelatî derketin kolanan û ji bilî hilweşandina hikûmet û parlementoyê daxwaza avakirina hikûmeteke rizgariya niştîmanî kirin.

Hat zanîn ku îşev bi sedan xwepêşander li meydana Tehrîr a Bexdayê civîyane û hêzên asayîşê jî bo belavkirina xwepêşanderan li meydanê bi cih bûne.

Parve bike: