Cîhan
Xwarziyên Qasim Silêmanî li Amerîkayê hatin girtin
Du xwarziyên Fermandarê Îranê Qasim Silêmanî ku di êrîşa Amerîkayê de hatibi kuştin hatin girtin.
RûpelNews - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand du xwarziya biçûk û ya mezin a Qasim Silêmanî piştî betalkirina statûya wan a runiştinê ya daimî ya yasayî, hatin girtin.
Wezaretê da zanîn, Hamideh Soleimani Afshar û keça wê di bin çavdêriya Tîma Parastinê ya Gimruk a Koçberî ya Amerîkayê de ne.
Qasim Silêmanî Fermandarê Hêzên Qudus a Sûpaya Pasdaran a Îranê bû ji Efxanîstanê heya Iraqi ji Suriyê heya Lubnanê operasyonên leşkerî yên Îranê bi rê ve dibir.
Silêmanî di 3ê Çileya 2020an de li Bexdayê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatibû kuştin.