TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Xosnaw: Biryara Dadgeha Federal ne hiqûqî ye, siyasî ye

📅 25 îlon 2023 18:48

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya hilweşandina meclîsên bajarên Herêma Kurdistanê bertek nîşan da.

Omîd Xoşnaw di merasîma vekirina dibistaneke li Hewlêrê de, ji rojnamevanan re got: “Ji biryara Dadgeha Federal a Iraqê eşkere tê fêmkirin ku wekî biryarên berê ev biryar jî siyasî ye, ne hiqûqî ye.”

Xoşnaw diyar kir ku ew ê li benda helwesta aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bin û li gor wê nêzîkatiyê li biryarê bikin.

Serok Meclîsa bajêr ê Hewlêrê Elî Reşîd jî piştî biryara dadegeha federalî ragihandiye ku ew dê xebatên xwe bidin rawestandin û ligel komîsyona hiqûqê rewşê bişopînin.

Parve bike: