TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Xidir Reso Sengalî bû qeymeqamê Sengalê

📅 16 cotmeh 2020 01:06

PeyamaKurd – Piştî peymana navbera Hukumeta Herêma Kurdistanê ya Bexdayê ya ku li ser Şengalê hatibû îmzekirin, qeymeqamê Şengalê hat diyarkirin. Li gor xala peymanê; qeymeqamê Şengalê yê nû bû Xidir Reşo Şengalî ku berê rêvebirê nahiya Sinûnê bû.

Ji leqa 17 ê ya PDK ê Îdrîs Zozanî bo K24 ê ragihandiye ku li gor peymana Şengalê kesekî bêteref bibe qeymeqamê navçeyê û îro ev yek hatiye bicîhanîn. Lewra li gor peymanê Xidir Reşo bûye qeymeqamê Şengalê.

Xidir Reşo Şengalî ji xelkê Şengalê ye û 52 saliye. Berya niha rêvebirê nahiya Sinûnê bû ku Sinûn bi ser Şengalê ve ye.

Parve bike: