Xarîf: Îran dikare dest bi xebatên nukleerî bike.
PeyamaKurd-Wezîrê karê derve yê Îranê Cewad Zarîf ragihand ku Amerîka yek alî dev ji peymana nukleerî berde, wê rêvebiriya Tehranê ji nû de dest bi xebatên nukleerî bike.
Ragihandina Zarîf di televizyona Amerîka ya bi navê CBS de weke hevpeyvîn hat belavkirin. Zarîf li ser mijara niqaşên ku li Amerîkayê di derbarê vê mijarê de li tên kirin gelek şiroveyan kir.
Zarîf got ku ew xwediyê gelek bijateyane û yek ji wan ew e ku xebatên xwe yên nukleerî dewam bikin. Zarîf weha dewam kir:
“Van bijarteyan amade ne û dema em bixwazin em ê biryara xwe bidin. Van welatan nikarin ji me bixwazin ku em peymanê yekalî cîbicîh bikin.”
Peymana nukleerî di navbera Îran û 5 endamên daîmî yên Neteweyên Hevgirtî de, di sala 2015an de li Viyana hatibû îmzekirin. Niha Trump dixwaze peymanê yek alî betal bike.