TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Xanî di bin avê de man û seferên balafiran betal kirin

📅 25 mijdar 2023 22:42

PeyamaKurd – Li bajarê Derya Sipî li Antalya bi sedema barîna baranê lehî rabû, xanî di bin avê de man û seferên balafiran betal kirin. Rêvebir berê xeberê dabûn hemwelatiyên li Antalya da tedbîrên xwe bigrin.

Bi sedema pêlên deryayê tekneyên masîgiran noqav bûn û balafir nikaribûn xwe danîna balafirgeha Antalya. Li bajêr hindik mabû ku temamê trafîkê raweste.

Parve bike: