TR KU AR
FB X IG
Jiyan

WHO: Rîska hantavîrusê bo cîhanê gelek kêm e

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 16 gulan 2026 09:41
Rêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus, diyar kir ku metirsiya hantavîrusa ku li ser keştiyeke bi ala Hollandayê hatibû tespîtkirin, ji bo nifûsa cîhanî gelek kêm e.

RûpelNews - Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, di konferansa çapemeniyê ya heftane ya WHOyê de daxuyanî da. 

Ghebreyesus, derbarê bûyerên Hantavirusê yên ku li ser keştiya bi ala Hollandayê 'MV Hondius' belav bûne wiha got: "Ez bi kêfxweşî radigihînim ku operasyona veguhestina rêwiyên keştiyê ji Tenerife bi serkeftî bi dawî bûye û zêdetirî 120 kes niha li welatên xwe di bin çavdêriyê de ne an jî li welatên mêvandar di karantînayê de ne."

"Rîska hantavîrusê bo cîhanê kêm e"

Ghebreyesus amaje pê kir kaptanê keştiyê Jan Dobrogowski û 26 endamên ekîbê li ser 'MV Hondius' rêwîtiya xwe didomînin û diyar kir ku tê payîn keştî di 18ê Gulanê de bigihîje Holandayê.

Ghebreyesus got: "WHO dubare dike ku rîska ku ji ber vê bûyerê ji bo nifûsa cîhanê çêdibe kêm e, û em ê li gorî pêwîstiyê weşandina agahiyên nû bidomînin. Heta îro, bi giştî 10 bûyer rû dan û 3 kes mirin." (Çavkanî: DHA)

 

 

 

 

 

 

 

 

Parve bike: