TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Wezîrê Tirkmen: Serok Barzanî remza pêkvejiyan û aştiyê ye

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 21 tebax 2026 22:14
Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf ragihand ku Serok Barzanî sembola pêkvejiyanê û aştiya civakî ye li Kurdistan û Iraqê.

RûpelNews - Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf, bi helkeftina wergirtina Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Qedaseta Papayê Vatîkanê, germtirîn pîrozbahî pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir.

Aydin Marûf di peyama xwe de diyar kir ku Serok Barzanî ji her demekê zêdetir piştgir û sembola pêkvejiyanê bûye û herdem hewla bihêzkirina aştiya civakî di navbera pêkhateyên neteweyî û olî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de kiriye û piştgirê maf û daxwazên wan bûye. Maruf ragihand ku Serok barzanî her dem remza pêkjeviyan û aştiyê ye.

Xelateke dîrokî bo Serok Barzanî

Doh Kardînalê Fexrî yê Kildaniyan Luîs Sako serdana Serok Barzanî kir û Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Qedaseta Papayê Vatîkanê pêşkêşî wî kir.

Kardînal Luîs Sako rêz bo rola Serok Barzanî di kûrkirina nirxên bilind ên pêkvejiyan, mirovdostî û bihêzkirina aştî û aramiya li Kurdistan, Iraq û deverê de diyar kir; her wiha spasîya Serok Barzanî kir, ku rol di parastina pêkhateya Mesîhî û pêkhateyên din ên neteweyî û olî yên Kurdistan û Iraqê de hebû.

 

Parve bike: