Wezîrê Navxweyî derbarê dosyeya Gulistan Doku da axivî
RûpelNews - Di civîneke bi nûnerên medyayê re li Enqerê, Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî derbarê geşedanên dawî yên di lêpirsîna li ser windabûna xwendekara zanîngehê Gulistan Doku de, ya ku şeş sal berê li Dêrsimê winda bûbû, daxuyaniyên girîng dan.
"Di wijdana giştî de hestiyariyeke kûr çêkiriye"
Wezîr Çîftçî, ku tekez kir ku windabûna Gülistan Doku di wijdana giştî de hestiyariyeke kûr çêkiriye, diyar kir ku pêşîniya di dozê de ew e ku rastiya maddî ji hemû aliyên xwe ve were eşkerekirin.
Çîftçî, di derbarê lêpirsînê de agahî parve kir û ragihand ku, piştî erêkirina di 17ê Nîsana 2026an de, du mufetîşên îdarî ji bo lêkolînkirina îdiayên ku digotin "delîl hatine destwerdan" derbarê Tuncay Sonel, Parêzgerê Tunceli yê wê demê de, hatine tayînkirin.
Wezîr Çîftçî derbarê dosyeyê de wiha got: “Bi heman biryarê, Tuncay Sonel di 17ê Nîsana 2026an de ji kar hat sekinandin û hat binçavkirin. Sonel di 21ê Nîsanê de ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Wekî din, di 20ê Nîsana 2026an de, du mufetîşên din ên karûbarê sivîl û du mufetîşên polîsan hatin tayînkirin da ku bandoriya pêvajoyên lêpirsîn, lêkolîn û vekolîna piştî bûyerê binirxînin.”
Xebatên lêgerînê berdewam dikin
Çiftçi, ku destnîşan kir Komandoya Giştî ya Jandarmayê ji bo operasyonên lêgerînê piştgiriya teknîkî û lojîstîkî dide, diyar kir ku Cîgira Wezîrê Karên Navxweyî Kubra Guran duh li Dêrsimê teftîşên li cihê bûyerê pêk anîn û bi rayedarên Wezareta Dadê re civîneke hevpar li dar xist.