TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê serdana Rojhilata Navîn dike

📅 21 gulan 2021 12:31

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken,  di çend rojên bê de serdana Rojhilata Navîn dike.

Serdana Antony Blinken, piştî agirbesta Îsraîlê hat ragihandin.

Antony Blinken, li ser hesabê xwe yê Twitterê daye zanîn: “Di çend rojên bê de, ez ê serdana Rojhilata Navîn bikim.”

Herwiha destnîşan kiriye: “Ez ê ligel Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê û rayedarên din ên Îsraîlî û Filistînî û welatên herêmî bicivim.”

Parve bike: