TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Wezîrê Derve yê Fransayê gihîst Bexdayê

📅 16 tîrmeh 2020 14:11

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian gihîşt paytexta Iraqê Bexdayê ku çav li rê ye bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re hevdîtinekê pêk bîne.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian îro 16ê Tîrmehê bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê û birya e piştî hevdîtin û danûstandinên bi payebilindên Iraqê re derbasî Herêma Kurdistanê bibe.

Jean-Yves Le Drian wê li Hewlêrê jî bi berpirsên payebilind ên Kurdistanê re bicive.

Parve bike: