TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Wezîrê Derve yê Fînlandiya li Hewlêrê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re dicive

📅 23 tîrmeh 2020 13:16

PeyamaKurd – Îro Wezîrê Derve yê Fînlandayê wê serdana Hewlêrê bike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Li gor zanyariyan, Wezîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Olavi Haavisto şeva borî gihişt Iraqê û îro bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re dicive.

Herwiha Wezîrê Derve yê Fînlendayê, piştî civînên li Iraqê wê îro serdana Hewlêrê bike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Biryar e Wezîrê Derve yê Fînlandayê, bi berpirsên Herêma Kurdistanê re, li ser bihêzkirina pêwendiyên dualî û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û herwiha di warê rûbirûbûna vîrusa Koronayê de guftûgoyan bike.

Parve bike: