TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê dev ji namzetiya wezîrtiyê berda

📅 19 hezîran 2019 00:11

PeyamaKurd- Wezîrtiya bergiriyê ya Amerîkayê heya niha bi wekalet Patrick Shanahan dimeşand û bi sedema pirsgirêkên malbatî dev ji namzetiya wezîrtiya eslî berda. Piştî ku nexwest bibe wezîr, serokê Amerîkayê Donald Trump navê nû yê ku dê bibe wezîrê bergiriyê ragihand: Mark Esper

Ragihandina vekişîna Shanahan ji namzetiya wezîrtiyê ji aliyê serokê Amerîkyê Trump de hat ragihandin. Trump di ser hesabê xwe yê twitterê de weha ragihand:

“Wekîlê wezîrê bergiriyê Patrick Shanahan heya niha xebatên gelek baş kir. Lê biryar da ku wê pêvajoya namzetiya wezîrtiyê dewam neke û bi vî awayî dê karibe wextê xwe bo malbata xwe zêde xerc bike. Bo xizmetên wî ji Patrick re sipasiya xwe dikim. Dê ji niha û pê de sekreterê giştî yê hêzên bejayiyê Mark Esper bi wekalet wezîrtiyê dewam bike. Ez Mark nasdikim û bawerim dê karên baş bike.”

Parve bike: