Wezîrê Berevaniya Amerîkayê hûrgiliyên êrisa Îranê eskere kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper hûrgiliyên êrişa Îranê eşkere kirin. Esper, “Moşekan zirar dane depo, otopark, pîstên taksiyan û helîkopterekê lê ziyanên canî çênebûne.”
Mark Esper derbarê êrişên Iranê li dijî binkeyên Amerîkayê hûrgilî dan û diyar kir ku bo du binkeyan 16 moşek hatin pekandin û wan moşekan zirar dane depo, otopark, pîstên taksiyan û helîkopterekê lê ziyanên canî çênebûne.
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper derbarê êrişên Iranê de li Pentagonê daxuyanî dan. Esper di daxuyaniya xwe de got,
“Ji 16 moşekên menzîlkurt ên Îranê hatin bikaranîn lê ne ji hevpeymaniyê ne jî Amerîka û ne jî ji dpstên hevpeymaniyê tu zirarên canî çênebûne. Pergalên agahdarkirinê kirin bandora êrişan mînîmîze bibe.”
‘Armanca êrişan ew bû ku ziyanan bide’
Sereranê Amerîkayê General Milley jî diyar kir ku armanca êrişan ew bû ku ziyanan bide, “Li gorî agahiyên berdest û bi qasî min dît, xwestin ziyanan bidin.”
Milley da zanîn ku binkeya el Esed binkeyeke mezin û li dijî êrişên muhtemel jî tevdîr û prosedurên leşkerî hatine wergirtin.
Milley, li ser pirsa ‘Çima ziyanên canî çênebûn?’ got, “Bi texmîna min ji ber ku hemû tevdîrên berevaniyê hatin wergirtin ziyanên canî çênebûn.”