TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirustî yê Tirkiyê Bayraktar li Hewlêrê ye

📅 16 adar 2025 20:17

PeyamaKurd – Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar û şanda pê re piştî serdana xwe ya Bexdayê gihîştin Hewlêra paytext.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Wezîr Bayraktar li Balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Elektrîkê yê Herêma Kurdistanê û wekaletê Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Kemal Muhmmed û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin.

Biryar e Alparslan Bayraktar bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û rayedarên Herêma Kurdistanê re bicive.

 
Parve bike: