Cîhan
Wezareta Navxwe ya Kurdistanê li ser êrisa Îranê daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Kurdistanê ragihand, di êrişa moşekî ya Îranê de ti ziyan negihîştiye Kurdistanê.
Piştî ku piştrast bû di êrişa moşekî ya Îranê de li ser binkeyên leşkerî yên Amerîka yên li Iraq û Kurdistanê, moşekek nêzîkî balafirxaneya Helwêrê ketiye, Wezareta Navxwe div ê barê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin ku ji ber wê êrişê ti zirar û ziyanek negihîştiye Kurdistanê.
Artêşa Iraqê aşkere kiribû ku di êrişa Iranê de 22 Moşek hatin bikaranîn û 5 jê li Hewlêrê ketin. Artêşa Iraqê herwiha dabû zanîn ku êriş di 01.45an de destpê kiriye û heya 02.15an dewam kiriye.