TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Wezareta Derve ya Amerîkayê rastî êrîseke sîberî hat

📅 22 tebax 2021 11:49

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezareta Derve ya Amerîkayê rûbirûyî êrîşeke sîberî bûye û Wezareta Berevaniyê derbarê bûyerê de agahdarî daye.

Li gorî nûçeya Fox News a Amerîkî Wezareta Derve ya Amerîkayê du hefte berê rûbûriyî êrîşa sîberî bûye û Wezareta Berevaniyê jî derbarê wê de agahdarî daye.

Çavkaniyeke ji wezareta derve ya Amerîkayê ji Fox Newsê re êrîşa sîber piştrast kiriye û daye xuyakirin ku ew niha nikarin ti zanyariyekê derbarê çawayîya bûyera sîber a ewlekariyê de bidin.

Parve bike: