TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Wezareta Darayî: Wê di Newrozê de jî proseya dabeskirina mûçeyan berdewam be

📅 14 adar 2022 14:10

PeyamaKurd Hikûmeta Kurdistanê diyar kir, di rojên bêhnvedana Newrozê de jî, wê dabeşkirina mûçeyê karmendan berdewam be.

Li gor Wezareta Darayî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê daye zanîn, dabeşkirina mûçeyê meha Sibata îsal berdewam e û wê di rojên bêhnvedana Newrozê de jî ev prose berdewam be.

Herwiha Wezaretê eşkere kir, rojane lîsteya dabeşkirina li ser malpera fermî û rûpelên fermî yên Wezaretê tê belavkirin.

Parve bike: