TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Wesayîta dewriyeya sînor wergeriya: 6 leskerên tirk birîndar bûn

📅 09 tebax 2020 21:34

PeyamaKurd - Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê wesayîta leşkerî ya artêşa Tirkiyê wergeriya û di encamê de 6 leşker birîndar bûn.

Hat ragihandin ku wesayîta Fermandariya Alaya Hidûd a 5emîn a Îdirê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê-Ermenistanê dewriye digerand, li nêzîkî gundê Çotlukê wergeriya.

Di qezayê de 6 leşkerên tirk birîndar bûn û ew bo Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hatin veguhestin.

Parve bike: