TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Wesanên MORÎ: Armanca me pêsxistina xewn û xeyalên zarokên Kurd e

📅 05 nîsan 2019 15:23

PeyamaKurd / Hevpeyvîn - Digel zext û zordarîya dewleta Tirk li Kurdistana Bakur gelek weşanxane û komel ji bo xizmeta zimanê kurdî têkoşînê didin. Yek ji wan weşanxaneyan Weşanxaneya Morî ye. Taybetmendîya Morî ew e ku tenê ji bo zarokan berheman çap dike. Berpirsîyarê weşanxaneyê bersiv da pirsên Peyamakurd.

Weşanxaneya Morî: Piranî malbatên dilxwaz û kurdewar ji zarokên xwe re pirtûkên zarokan dikirin. Hin malbat naxwazin zarokên wan zimanê xwe û çanda xwe ji bîr bikin.

Kekê hêja, tu dikarî kerema xwe re serî de Morî Zarok bi xwendewanên Peyamakurd bîdî naskirin?

Me berîya heft salan bo avakirina weşanxaneyeke zarokan biryar da. Her çiqas em avakar bûn jî, ji hin pirsgirêkên teknîkî em mecbûr man ku em ji wê weşanxaneyê veqetin. Em her du heval Ridwan Polat û Mem Bawer, em ji hin pirsgirêkên xwe yên berê jî fêr bûn ku divê ev kar bi awayekî din bimeşe. Li ser vê bingehê me hinek jî formata xwe guherand û 3 sal berê me ji nû ve, ji bo zarokan weşanxaneyek nû ava kir. Di vê weşanxaneyê de me biryar da ku em ê ne bi tenê ji bo zarokên temenê wan piçûk pirtûkan biweşînin. Me biryar da ku ji bo zarokên temenê wan di navbera 0-15an em ê pirtûkan çap bikin. Lê me nizanîbû pirsgirêkên vê qadê ewqas zor û zehmet in. Pirsgirêka me ya ewil xêzkirina wêneyan bû. Em bi mehan li wênesazek gerîyan bo ku wêneyên pirtûkên me yên zarokan li gorî çand û jîyana kurdewar xêz bike û bi fîgurên kurdewar, leheng û nîgarên spehî xêz bike. Armanca me ya sereke ew bû ku, divê wênesaz ji çand û folklora kurdî haydar be. Pirsgirêka me ya duyemîn, li der û dora me nivîskar tune bûn, bo ku li gorî zarokên temenê wan mezin, bo nûciwanan pirtûkên modern binivîsin. Li ser vê yekê me li der û doran, di civakên nivîskaran de vê meselê bilêvkir û hin kesên ku di vî warî de dilxwaz bûn hewl dan ku ji bo nûciwanan roman an jî çîrokan binivîsin. Berhemên ku hatin nivîsîn jî me wan çap kirin.

Pirtûkên we herî zêde li kîjan bajarî tên firotin?

Em nikarin îstatîstîkek bi rengî ji we re dîyar bikin. Ji ber pirtûkên me piranî li Amedê li pirtûkfiroşan tê firotan û li ser înternetê bi rêya gelek malperan tê firotan. Lê dîsa jî em dikarin bibêjin li Amedê gelek tê firotan û li derveyî welêt jî herî pir li Almanya û Swêdê tê firotan.

Hûn têkîlîya zarokên Kurdan bi pirtûkên kurdî re çawa dîbînin?

Piranî malbatên dilxwaz û kurdewar ji zarokên xwe re pirtûkên zarokan dikirin. Hin malbat naxwazin zarokên wan zimanê xwe û çanda xwe ji bîr ve bikin. Li ser vê hişmendîyê ev malbatên ku wekî dê û bav ji jîyana kurdewar û bi çand û folklora kurdî mezin bûne, di heman wextê de dixwazin zarokên wan jî bi çand û folklora kurdî, bi çîrokên zarokatîya wan perwerde bibin û zimanê xwe hez bikin. Carna jî hin kesên ku temenê wan mezin bûne û dixwazin zimanê xwe hîn bibin, ew jî pirtûkên me dikirin.

Dayik û bav herî zêde li ser çi mijarê pirtûkan ji zarokên xwe re distinin?

Dê û bav, piranî çîrokên gelêrî dkirin. Ji ber ku di zarokatîya xwe de ew jî van çîrokan guhdarî kirine û bi van çîrokan mezin bûne, bêhtir bala wan li ser van pirtûkên folklorîk in. Ev pirtûk bêhtir di bîra zarokan de jî dimînin. An jî çîrokên mîna “Şengê Pengê” ku weke şano hatîye lîstin, zarok dema weke pirtûk jî dibîne, bêhtir kêfa wan tê. Bi kurtasî çîrokên ku di zarokatîya xwe de guhdarî kirine, dixwazin zarokan wan jî guhdarî bikin û bixwînin.

Gelo em dikarin bêjin; kesên  pirtûkên zarokan  distînin, xwedî wê hişmendîyêne ku bikaribin li gor pedegolojîya zarokan hilbijêrin; an bi qewlê gotinên mezinan dibêjin; Etehîyatû çawa lê hatû?

Li gorî her temenî pirtûk li cem me peyda dibin. Bo vê yekê dê û bav dema di fûaran an jî li ser înternetê dixwazin pirtûkên me bikirin, em danasîna wan dikin. Der heqê pirtûkan de, der heqê nivîskar û naverokan de agahîyan didin wan. Bêhtir ew li nava naverokê û mijarê pirsan dikin lê em dibêjin wêne girîng e. Em ji wan re dibêjin, ger ku wêne û naverok hevdu negire pirtûk ne hêja ye. Em ji me bawer dikin, ji ber ku em nêzî heft salan e di nava vî karî de ne, hin malbat êdî me nas dikin û bi me qanih dibin. Ev malbat baş dizanin ku em ne tenê pirtûkan difiroşin. Di heman demê de em dilxwazê vî karî ne. Der heqê pirtûk ên xwe de û der qehê edebîyata zarokan de xwedî agahî ne, bi  dilê rehet ji me pirtûkên zarokan dikirin. Jixwe ev yek di kunyeyên pirtûkên me de jî dîyar e. Navê pedagoga me, ew çîrok ji hêla kîjan nivîskaran ve hatîye xwendin û hwd.

Xwendewanên li derveyî welat dikarin pirtûkên we hêsanî bidest bixin?

Em piranîya pirtûkên xwe bi rêya kargoyê dişînin. Ev ne ewqas karekî zehmet e. Kî ji me, ji bo zarokên xwe pirtûkan bixwaze, em tavilê ji wan nav û navnîşan û telefona wan disitînin û di heman rojê de didin kargoyê. Ger ku ne derveyî welêt be di du rojan de, ger ku derveyî welêt be, di nava heftekî de digihîje ber destê wan. Êdî teknolojî û îmkan pêş de ketine, weke berê ne zehmet e. ya girîng ew e ku tu dil bikî zimanê xwe hÎn bibî û bidî xwendin. Ger ku tu bixwazî zimanê xwe hîn bibî êdî materyalên perwerdeyê gelek in. yanî her malbat êdî dikare mala xwe weke dibistanekê bikarbîne û zanîna zimanê xwe pêş de bibe. Helbet hin pirsgirêkên din hîn jî hene, lêbelê weke berê êdî em nikarin bibêjin pirtûk û materyalên bo hÎnkirina ziman û xwendinê gelek in.Em Morî Zarok, di nava sê salan de me bi tena serê xwe 18 heb pirtûk çap kirin.

Ji bo ku we wextê xwe ji me re terxand û pirsên me bersivand gelek spas dikim.

Weşanxaneya MORÎ, bi tenê ji bo zarokan pirtûkên perwerdeyê amade dike. Armanca me ew e ku, em dixwazin bi rêya pirtûkan, bila xewn û xeyalên zarokan pêş bikevin û ev materyal bo perwerdeyê bila bên bikaranîn. Armanca Morî yek jê ew e ku, bi hişyarîya ku zimanê zikmakî herî baş di zarokatîyê de tê hînkirin, ji bo ku zimanê kurdî bi rêya materyalên cuda bê hezkirin, ji bo derûnîya zarokan pirtûkên zanîn, hestîyarî, civakî û psîkomotor wê bên amadekirin. Naveroka pirtûk û materyalên me, bi hişyarîya zayenda civakî, ekolojî, pêşveçûna çand û hunerê, ziman û zanînê, civakî û takekesîyê, bîrkarî û pêşveçûna tenduristî û fzîkî bi baldarî tên amadekirin.

Parve bike: