Werzişvanê kurd Firşad Girdkane bû şampiyonê NAGAyê
RûpelNews - Werzişvan bi ala Kurdistanê serkeftina xwe pîroz kir. Di daxuyaniyekê de li ser platforma medyaya civakî X, Girdkane got, "Ev ji bo min kêliyek pir taybet e. Ez cara yekem e bûme şampiyonê NAGA. Di Turnuvaya Navneteweyî ya NAGAyê ya ku 26ê Nîsana 2026an li Brukselê hat lidarxistin de, ez beşdarî kategoriya No-Gi Expertê (90-99,9 kîlo) bûm û min madalyaya zêr û kembera şampiyoniyê bi dest xistin."
Serkeftina werzişvanê kurd di nav kurdan de serbilindiyeke mezin peyda kir. Bi hezaran bikarhênerên medyaya civakî pîrozbahî li şampiyon, Firşad Girdkane kirin.
NAGA çi ye?
NAGA rêxistineke pêreçeng û şervaniyê ye ku bi tûrnûvayên ku li seranserê cîhanê li dar dixe tê nasîn.
Di tûrnûvayan de, werzişvan li gorî giranî, temen û astên ezmûnê tên dabeşkirin. Kesên ku di çalakiyên NAGA de bi ser dikevin, kember û madalyayan werdigirin; kembera şampiyoniyê yek ji xelatên herî berbiçav ên van tûrnûvayan e.
Bi kurtasî, NAGA rêzeyek tûrnûvayên navneteweyî ye ku bi taybetî balê dikişîne ser teknîkên erdê di werzîşên şer de, ku tê de hem werzişvanên amator hem jî yên profesyonel beşdar dibin.