TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Welatiyekî din ê Brîtanî tûşî hantavirusê bû

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 08 gulan 2026 12:00
Rayedarên Brîtanyayê ragihand ku welatiyekî din ê Brîtanî di çarçoveya keştiya geştê ya MV Hondius de wekî bûyereke gumanbar a hantavirusê hatiye destnîşankirin. Hat ragihandin ku dema ku keştî di nîvê meha borî de li Atlantîka Başûr li Tristan da Cunha rawestiyabû bûyera gumanbar derket holê.

RûpelNews - Ajansa Ewlekariya Tenduristiyê ya Brtîtanyayê (UKHSA) ragihand ku heta niha di nav welatiyên Brîtanî yên li ser keştiyê de ti nîşan nehatine dîtin, lê tenduristiya hemû rêwî û ekîbê bi baldarî tê şopandin.

Dê 45 rojan werin îzolekirin

Hate ragihandin ku tê payîn keştî vê dawiya hefteyê li Giravên Kanaryayê bisekine, û li wir ji bo vegera rêwî û ekîba Brîtanî bo Brîtanyayê geşteke taybet hatiye organîzekirin. Hat destnîşankirin ku ew kesên vedigerin Brîtanyayê, îhtîmal e ku ji bo 45 rojan bikevin îzolasyonê, heta eger nîşanên wan tune bin jî.

3 haletên hantavirusê hatin tomarkirin

Bi vê geşedana dawî re, hat ragihandin ku hejmara bûyerên hantavirusê yên piştrastkirî an jî gumanbar li Brîtanyayê derketiye sêyan.
Hantavirus berê di du welatiyên Brîtanî de hatibû tespîtkirin; yek ji van kesan ji bo dermankirinê bo Holandayê û yê din jî bo Afrîkaya Başûr hat veguhestin. Hatibû destnîşankirin ku hin kes li Brîtanyayê ji ber îhtimala rûbirûbûnê di îzolasyoneke dilxwazî de bûn, û heta niha tu nîşanên nû nehatibûn ragihandin.

Hantavirus

Tê zanîn ku hantavirus bi gelemperî bi rêya ajalên wekî cird, mişk û wekî wan tê veguhestin, û nîşan bi piranî bi tayê, westîn û êşa masûlkeyan dest pê dikin; lêbelê, di hin rewşan de, ew dikare bibe sedema tevliheviyên cidî yên wekî têkçûna bêhnstandinê, xwînberbûna navxweyî û têkçûna gurçikan.


 

Parve bike: