TR KU AR
FB X IG
Koçber

Welatekî Ewropî esrarê bi temamî serbest dike

📅 04 berfanbar 2018 20:46

PeyamaKurd - Parlamentoya welatê Luksemburg ê di nav Yekîtiya Ewropayê de, biryarekê derdixe ku hilberîn, firotin û bikaranîna madeya hişbir ‘esrar’ bi temamî were serbest kirin.

Aliyên siyasî yên hikûmeta nû ya Luksemburgê, serbest berdana hilberandin, firotin û bikaranîna esrarê ya bi kêfî xist bernameya xwe.

Çav li rê ye di demeke nêzîk de yasaya serbestkirina esrarê ji parlamentoya Luksemburgê derbas bibe û bibe yekem welatê Ewropayê ku esrarê bi temamî serbest dihêle.

Parve bike: