TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Wê Rûsya, Tirkiye û Îran li Tehranê bicivin

📅 20 sibat 2020 17:19

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Tirkiye, Rûsya û Îran ji bo gotûbêjkirina rewşa Idlibê di meha Adara 2020an de li Tehranê bicivin.

Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre rayedarên Tirkiyê wê Tirkiye, Rûsya û Îran di meha Adarê de li ser mijara Idlibê li Tehranê bicivin û beriya wê jî heyeta Rûsî serdana Tirkiyê dike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov doh dabû xuyakirin ku wan di hevdîtinên bi aliyê Tirkiyê li ser Idlibê li hev nekiriye.

Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî gotibû, “Em û Rûsya di hevdîtinan de hîn negihîştine asta em dixwazin. Dibe ku serokên me li hev bicivin.”

Parve bike: