Washington Post: Erdogan li ser soza xwe nema
PeyamaKurd- Li ser mijara dijberiya navbera Tirkiyê û Amerîkayê gelek tişt hatin gotin û bi taybetî di mijara rahîp Andrew Brunson de. Wahsington Post dibêje di zîrwe ya NATO de Tayîp Erdoğan û serokê Amerîkayê Trump di navbera xwe de peymaneka guhertinê kirin. Tê gotin ku Erdoğan soza xwe neanî cî û do Trump bi Erdoğan re bi rêya telefonê bi kîndarî axifî û biryara dorpêçê da.
Berpirsekî Qesra Sipî got: “Tirkiye fersendekî ji destê xwe kir.”
Nûçeya Washington Postê weha destpêdike: “Serok Trump difikirî ku di destê wî de peymanek heye. Di serê mehê de, li zîrweya NATOyê bi Erdoğan re bi ken derketibû ber çapemeniyê û Trump bawer kiribû ku wê Andrew Brunson serbest bimîne. Peyman ji aliyê Trump de hatibû kirin. Wê Brunson bi Tirkekî ku li Îsraîlê girtiye re bihata guhertin. Tirka girtî bi gumana terorê di zindana Îsraîlê de bû. Lê Tirkiye di şûna ku Brunson berde, wî xiste zîndana malê. Payman jî têk çû.”
Di 14 ê tîrmehê de serokwezîrê Îsraîlê Netenyahû li Trump digere. Her çendîn di axaftina telefonê de behstêkirin ku li ser mijarên Sûriye û Îranê axifîne jî esas mijar ew e ku Trump ji Netenyahû xwestiye ku Ebru Özkan ya Tirki ku li Îsraîlê girtiye serbest berde. Rojekî di şûn de di 15 ê tîrmehê de Özkan serbest hat berdan û ji Îsraîlê hat derxistin.