Waliyê Hesekê: Hemû saziyên xweser dê bi dewleta Sûriyê re bên yekkirin
RûpelNews - Ehmed destnîşan kir ku SDG di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyê de hatiye birêxistinkirin û got, "SDG wek girêdayî Wezareta Parastina Suriyeyê bi giştî li ser çar lîwayan hatiye birêxistinkirin, ku çar ji wan li Hesekê û yek jî li herêma Kobanî ya parêzgeha Helebê ye."
Ehmed diyar kir ku dê hemû saziyên li Rojava bi Şamê ve werin yekkirin û çavkaniyên siruştî milkê hevbeş ê hemû Suriyeyiyan in.
Derbarê birêvebirina deriyê sînor ên li Qamişloyê de Ehmed wiha got: “Derbasgehên sînorî jî beşek ji pêvajoya yekbûnêyê ne. Sîstema ku li parêzgehên din ên Sûriyê tê sepandin dê li Hesekê jî were cîbicîkirin, û karmendên sivîl ên di nav Rêveberiya Xweser de dê li van navendan pêkanîna erkên xwe bidomînin."
Ehmed da zanîn 40 hezar xebatkar li nav saziyên xweser ên li Rojavayê hene û ragihand ew hemû li nav kadroyên dewleta Sûriyeyê wê werin bicîhkirin.
Çavkanî: Rûdaw