TR KU AR
FB X IG
Jiyan

VÎDEO | Li Amerîkayê du balafir serserkî li hev ketin

📅 13 mijdar 2022 10:24

PeyamaKurd – Li bajarê Dallas ê Amerîkayê du balafir dema pêşandaneke asmanî, serserkî li hev ketin û parçe bûn.

Saziya Balafirvaniya Federalî (FAA) ragihandiye ku qeza dema pêşandanekê li balafirgeha Executive rû daye û piştî ketina herdu balafiran zêdetirî 40 agirkujan mudaxeleyî şewatê kiriye.

— BNO News Live (@BNODesk) November 12, 2022

FAAyê û Saziya Ewlekariya Netewî (NTSBS) a Amerîkî li ser sedemên wê qezaya ku dîmenên wê li ser medya civakî hatine belavkirin, lêkolînê dikin.

Nehatiye eşkerekirin bê çend kes di wan balafiran de hebûn.

Parve bike: