VEJÎN, daxwaza azadkirina Ferîd Azad û Faîq Teyran dike
RûpelNews - Endamên Vejîn û malbatên Ferîd Azad û Faîq Teyran bi daxwaza azadkirina wan li ber Mizgefta Mezin ya dîrokî ya li navçeya Sûr a Amedê çalakiyeke rûniştinê û kongreyeke rojnamegerî li dar xistin. Di konreya rojnamegerî de bertek nîşanî girtina Azad û Teyran hatin dayîn û daxwaza azadkirina wan hat kirin. Hêzên ewlehiyê li derdora çalakigeran tedbîrên berfireh girtin.
“Neviyên Seyîd Riza û Şêx Seîd serî natewînin”
Di çalakiyê de ji aliyê endamê Vejînê Yusuf Akay ve daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Zilm û zordariya li ser zimanê kurdî hê jî berdewam dike. Hevalên me di 9ê Hezîranê de ji ber axaftina bi kurdî bi tundiya hêzên ewlehiya tirkan re rû bi rû man.
Hevalên me bi ti awayî bi tundî bersiva wan nedan lê belê bi tawana “muqawemet”ê ve ev nêzî mehekê ye di Girtîgeha Amedê de ne. Bi van desteserkirinan hewl didin ku me ji rêya e vegerînin lê em gav paş de naavêjin. Neviyên Seyîd Riza û Şêx Seîd li hemberî we serî natewînin.”
Beşdarên çalakiyê hin daxwaz, bertek û helwesta xwe bi durişmên li ser pankaran anîn zimên.
Ji ber gotinên wî hatibû destserkirin
Berdevkê Tevgera Vejînê ya Kurdistanê Ferîd Azad li ser hesabê xwe yê Xê ragihandibû ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê wî desteser dikin.
Ferîd Azad 25ê Gulanê vîdeoyek belav kiribû ku tê de li gel leşkerekî tirk nîqaş dikir.
Wî di wê vîdeoyê de destnîşan kiribû ku ew “li welatê xwe bi tirkî naaxive û leşkeriyê ji bo tirkan nake.”
Di 9ê Hezîranê de Tevgera Vejînê ya Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Berdevkê wan Ferîd Azad piştî darizandinê ducare hatiye desteserkirin.
Tevgera Vejînê ya Kurdistanê da zanîn, "Hevalê me Ferîd Azad di encama darizandinê de ceza lê hat birîn û biryara girtina li malê ji bo wî hat dayîn."
Li gorî daxuyaniyê, dema ku ew tevî 3 hevalên xwe ji dadgehê derketine, polîsan rê nedaye ku ew ji bo agahdarkirinê vîdeoyekê bikişînin.
Ferîd Azad û Faîq Teyran, ji 9ê Hezîranê ve zindanîkirîne.