Veguhestina endamên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê temam bû
Fermangeha Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku veguhestina girtiyên DAIŞê piştî firîneke şevê ya di 12ê Sibatê de ji bakurê rojhilatê Sûriyê bo Iraqê temam bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyoneke veguhestinê di 21ê Çileyê de dest pê kir û 23 rojan dewam kir û herwiha hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê zêdetirî 5 hezar û 700 endamên DAIŞê ji navendên binçavkirinê yên li Sûriyê bi awayekî serkeftî radestî rayedarên Iraqê kirine.
Fermandarê CENTCOMê Amîral Brad Cooper got, "Ez tevahiya tîma Hêzên Hevbeş pîroz dikim ji bo cîbicîkirina vê erka gelek sext ku hem li ser erdê û hem jî li hewayê, bi baldarî û profesyoneliyeke mezin û di hevkariya bi hevkarên me yên herêmî re pêk hat," û lê zêde kir, "Em spasiya serkirdayetiya Iraqê dikin ji ber ku radestkirina van girtiyan wekî ji bo ewlehiya herêmî nas kiriye."
Hat tekezkirin ku plansazî, koordînasyon û cîbicîkirina mîsyonê ji aliyê hêzên amerîkî û hevpeymaniyê ve hatiye kirin. Fermandarê Koalîsyona Navneteweyî, General Kevin Lambert got, "Cîbicîkirina serkeftî ya vê operasyona veguhestinê ya birêkûpêk û ewle, dê alîkariyê bide pêşîlêgirtina jinûve bihêzbûna DAIŞê li Sûriyê."