TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Urdin sînorên xwe yên ligel Sûriyê ji bo rêwîtî û bazirgniyê vedike

📅 27 îlon 2021 18:41

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Urdinê Mazin El-Feraye ragihand ku sînorên ligel Sûriyê ku ji ber şer û aloziya li Sûriyê hatibûn girtin, ji nû ve têne kirin.

Wezîrê Urdinê El Feraye gotiye, ji Çarşema bê ve sînorên di navbera Sûriyê û Urdinê de li gorî rêzikên fenî û lojistîk ên taybet li pêşiya tevgera bazirganiyê û rêwîtiyê ji nû ve têne vekirin.

Ajansa Emûn a fermî li Urdinê ragihandiye, wezaretê ev biryar bi armanca çalakirina tevgera bazirganiyê û turîzmê di navbera her du welatan de tevî girtina tedbîrên ewlehiyê û tenduristiyê li gorî perspektîfên serokwezîran daye.

Parve bike: