UNESCOyê Silêmanî wek ‘Bajarê Edebiyatê’ pesend kir
PeyamaKurd – Rêxwistina Neteweyên Yekbûyî ya Çand, Perwerde û Zanistê (UNESCO) logoya bajarê Silêmaniyê wekî “UNESCO Bajarê Edebiyatê” pesend kir.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir li ser mijarê da xuyakirin ku UNESCOyê Bajarê Silêmaniyê bi logaya ‘Bajarê Edebiyatê’ pesend kiriye.
Herwiha hat diyarkirin ku logoya Silêmaniyê ya UNESCOyê ji aliyê hunermendê Kurd Osman Heve ve hatiye amadekirin.
UNESCOyê li seranser dinyayê 66 bajar wekî bajarên edebiyat, çand, huner û muzîkê pejirandine.
Di lîsteya UNESCOyê ya 'Bajarên Afirîner’ de Silêmaniye wekî bajarê Edebiyatê, bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jî wekî Bajarê Muzîkê hatibû hilbijartin.