TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Ûkrayna: Wê Rûsya li Belarûsê bixe

📅 12 adar 2022 01:06

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Ûkraynayê Oleksiy Reznikov ragihand ku balafirên Rûsyayê plan kirine ku êrîşê axa Belarûsê bikin û ji bo tevliheviyê çêbikin wê hinek deveran bixin. Li gor ragihandina wezîr; wê li ser sînorê navbera Belarûs û Ûkraynayê bixin û bûyerê bixin aliyê Ûkraynayê. Wezîr mijarê bi nivîskî weha ragihand:

“Ez bangê li xelkê Ûkraynayê dikim. Li gor agahiyên em bi wan bawerin; fermandariya îşxalê ya hêzên Rûsyayê niha gelek provakasyonên xwînrêj amade dike û me agahiyên wan sitendiye. Xwe amade dike da li gelek jîngehên nav Belarûsê bixe. Bi taybetî wê li bajarê Brestê, wê deverên li Kopanî û Stolînê bixe.

Armanca Rûsya ew e bike ku serpereştiya Belarûs êrîşê Ûkraynayê bike. Moskova dixwaze Belarûsê bi xwînê bi xwe ve girêde. Artêşa Ûkraynayê ti êrîşekî li hemberê Belarûsê plan nekiriye û em garantî didin wê neke jî.

Di roja 15 em ya şer de heya niha di ser 12 hezar leşkerên Rûsya mirine. Nehêlin welatê we bikeve nav vî şerî. Jiyana hezkiroxên xwe rizgar bikin. Nehêlin Kremlîn Belarûsê ji ortê rake.”

Parve bike: