TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Tuncer Bakirhan: Em ne çar in; em yek in

Hasan Kosen
Edîtor
📅 09 adar 2026 12:05
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, îro li herêmê li ser çarenûsa kurdan biryar tên dayîn û banga yekitiya netewî li kurdan kir. Bakirhan anî ziman ku, kurd ne çar in; yek in.

RûpelNews - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di çarçoveya ragihandina daxuyaniya hevpar ya Newroza 2026an de li Amedê axivî û tekez kir ku kurd ne baskên çekdarî yên ti hêzekê ne.

Bakirhan, di kongreya rojnamegerî ya li Parka Sumer a li navçeya Yenîşehîr a Amedê hat lidarxistin de axivî. Bakirhan, diyar kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn paşeroja kurdan diyar dikin û banga yekîtiya netewî kir.

Her wiha hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak, Dogan hatun, parlementer Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek rêveber û rayedarên partî û rêxistinên hevgirtiyên DEM Partiyê jî beşdarî kongreya rojnamegerî ya ragihandina daxuyaniya hevpar ya Newroza 2026an bûn.

‘Erdnîgariya kurdan di nav pevçûnan de ye’

Bakirhan, amaje bi pevçûnên li herêmê kir û got: "Şer û pevçûn li derdora me berdewam dikin. Kurd di nava van pevçûnan de ne. Kurd ne hêzên çekdarî yên ti aliyekê ne. Kurdan ji ber bidesxistina mafên xwe têkoşîn dane.

‘Em ê nebin mertalê hêzên hegemonîk’

Bakirhan wiha axivî: "Têkoşîna kurdan li Îranê ji bo ziman, çand û statuyê  wan e. Em hêvî dikin ku ev newroz bibe wesîleya yekitiya neteweyî. Em hêvî dikin ku kurd maf û azadiyên xwe yên demokratîk bi dest bixin.

'Em ne yek in; em çar in'

Bakirhan got, "Kirmanşah, Hewlêr e. Silêmanî Qamişlo ye, Kobanî Amed e, Qers e, Sêrt e. Em ne çar in; em yek in.”
Bakırhan, tekezî li ser pêwîstiya şopandina nêzîk a geşedanên li Rojhilata Navîn kir û got ku di vê pêvajoyê de, kurd dê li ser maseya danûstandinan neyên xapandin û dê ji aliyê hêzên hegemonîk ve wek mertal neyên bikaranîn. Bakirhan, axaftina xwe bi hêviya ku Nevroz ji bo kurdan li Rojhilata Navîn aştî, demokrasî, azadî û statuyê bîne, bi dawî kir.

Parve bike: