Trump û Pompeo bersiva Îranê dan: Derewkar in, hilwesîna xwe nêz dikin!
PeyamaKurd – Rêveberiya Tehranê doh 21ê Tîrmehê ragihandibû ku li Îranê 17 sîxurên ji bo Amerîkayê (CIA) kar dikin hatine desteserkirin û ji bo hinek ji wan kesan jî cezayê îdamê hatiye dayîn.
Serokê Saziya Îtilaat a (îstixbarat) Îranê Mehmûd Elawî gotibû, ‘Kesên ji bo Amerîkayê û welatên din ên biyanî sîxuriyê dikin hatine binçavkirin.”
Medya Îranê jî îro herî dawî ragihandibû ku ji bo hinek ji wan kesên hatine desteserkirin cezayê îdamê hatiye dayîn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump hemû îdiayên Îranê red kirin û got: “Çawa ku me balafira wan a bêmirov xist xwarê û red kirin, ev jî derew û propagandaya wan e. Rejîma Îranê her ku diçe hildiweşe û ew bixwe jî nizanin bê çi dikin. Aboriya wan miriye û dê xirabtir jî bibe. Îran berbat e."
Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro piştî belavbûna wan nûçeyan ji medya Amerîkî re li ser mijara girtina 17 welatiyên Amerîkî bi hinceta sîxuriyê got: “Ew derewkar in. Rabirdûyeke domdar a rejîma Îranê ya derewkirinê heye.”