TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Trump, roja dusemê dorpêçên nû datîne ser Îranê

📅 22 hezîran 2019 23:59

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku roja duşemê dê dorpêçên nû deyne ser Îranê. Trump got ku ti carê dê Îran nebe xwediyê sîlihên nukleerî û plana Obama ya bo Îranê bi awayeka ‘xeternak’ navand. Trump ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê twitterê de belav kir û weha got:

“ Ji duşemê û pê de, em dorpêçên ser Îranê zêde dikin. Wê dorpêç bo Îranê biserbikevin û ez bende me dê Îran ji nû de bibe welatekî hilberîner û milletekî bextewer. Çendîn zû bibe ew çend baştire.”

Parve bike: