TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Trump pêsnumaya derbarê F-35an li dijî Tirkiyê pesend kir

📅 14 tebax 2018 01:10

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşnûmaya derbarê ewlekariyê ku di kongreyê de hatibû qebûlkirin pesend kir.

Kongreya Amerîkayê beriya niha derbarê siyaseta ewlekariyê de pêşnûmayek amade kiribû ku di xaleke pêşnûmayê de hatibû xwestin, eger Tirkiye keşe Andrew Brunson bernede û Pergala Parastina Hewayî S-400 ya Rûsî bikire, Amerîka jî li hember vê yekê firokeyên F-35 bi awayekî demkî nede wî welatî.

Donald Trump îro bi merasîmekê ev pêşnûma pesend kir. Bi îmzekirina Trump jî biryara li dijî Tirkiyê dikeve warê cîbicîkirinê.

Kongreya Amerîkayê di destpêka meha Tebaxê pêşnûmaya derbarê Yasaya Paye ya Ewlekariya Nîştîmanî ya darayî ji bo sala 2019an amade kiribû.

Di xala peywendîdar de hatibû gotin, Wezareta Berevanî ya Amerîkayê divê li gel Wezareta Navxwe li ser peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê şêwirê bike û di nava 90 rojan de raporekî pêşkeşî Kongreyê bike. Li gorê vê xalê di nav 90 rojan de radestkirina firokeyên F-35 jî dê were cemidandin.

Rêveberiya Washingtonê beriya niha li dijî du wezîrên Tirkiyê biryar wergirtibû. Herwiha Trump biryar dabû baca li ser pola û elemînyûma Tirkiyê jî were zêdekirin.

Parve bike: