Trump: Me derseke tund da Îranê
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump di çalakiyeke ku li baxçeyê Qesra Spî hat lidarxistin de, derbarê Îranê de axivî.
Trump bi bîr anîna kesên ku di êrîşên 11ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dabûn, diyar kir ku ew hemû hewldanan dikin da ku pêşî li dubarebûna êrîşên bi vî rengî bigirin.
Trump bi gotina ku ew ê rê nedin Îranê ku dest bixe ser çekên nukleerî, wiha got:
"Em niha têdikoşin ji ber ku welatek heye ku dixwaze dest bixe ser çekên nukleerî. Ew gelek nêzîkî wê bûn, lê niha ti şansekî wan ê bidestxistina wan tune ye. (Îran) dê qet nebe xwediyê çekên nukleerî."
Trump bi parastina wê yekê ku dorpêça deryayî ya li dijî Îranê "gelek serkeftî" bûye, îdia kir ku rêveberiya Tehranê neçar maye berdêleke giran bide.
Trump got: "(Îran) bi awayekî gelek tund hatiye cezakirin. Me derseke bi rastî tund da wan."